(8ê berfanbara 2024)

Di demeke ku me hilweşîna dîktator Esed û serbestberdana bi hezaran girtî dît, îro Navenda Civaka Sivîl û Demokrat bi boneya derbasbûna 13 salan di ser damezirandina wê re, şahîyê dike.

Di wan 13 salan de me hewil da em nerîna xwe pêk bînin. Nerîna me jî ew bû ku hemû sûrî di welatekî aştîyane de bijîn û bi hev re civakeke demokratîk ava bikin ku her kes tê de maf û azadîya xwe ya tam dijî.

Bi rêya hejmarek proje û bernameyên kar,  me xwe ji bo veguhestin û guhertinê amade kir; ji xurtkirina keç û xort û civaka sivîl dest pê bike û heya tu bigihêjî danîna nerîna Navend a Civaka Sivîl û Demokratîk a der barê prosesa siyasî li Sûrîyayê. Ew jî li gor daxuyanîya Cinêfê ya hevbeş (2013) û biryara Encumena Ewlekarîyê (2254) di sala 2015an de. Ji alîyekî din ve me nexşeya rê ya ku ji şeş xalan pêk tê, saz kir û me ew bi Encumena Ewlekarîya Navdewletî re di sala 2019an de parve kir. Her wiha me mudaxeleya xwe ya girêdayî prosesa destûrî di sala 2022yan de pêşkêş kir. Ji alîyekî din ve me gongirên “Rûberek ji bo hevkarîyê“ li dar xistin. Kongira dawî jî bi navê “Kongira rûbera heştê mijdara 2024an“ bû.

Di demeke ku em ji bo veguhestina siyasî li Sûrîyayê dixebitin, em bangê li hemû kasên di dosyeya Sûrîyayê de bibandor in, dikin ku xebatên xwe zêde bikin da ku mekanîzmeyên zelalî û hesabdarîyê di her gaveke prosesa guhertina demokratîk û radestkirina sazîyên hikûmetê de pêk were. Em dixwazin bi hev re bixebitin da ku siberojeke baştir ji bo Sûrîyayê pêk bînin; ew jî bi rêya alîkarîya me da ku em van her şeş pêngavên li jêr bi cih bînin:

Ji bo xwendina bangewaziyê bi zimanê kurdî bi awayê PDF

للاطلاع على النداء بسكل كامل بصيغة PDF باللغة العربية

To download the full call as PDF in English

 

Copyright © 2020 CCSD.