Navenda Civaka Sivîl û Demokratîk ragihand ku ew ê dest bi hefteya demokrasî û aştiya sûrî bike. Ev hefte ji bo pêkanîna demokrasî, aştî û dadmendiyê li Sûriyeyê hatiye terxandin. Hefteya domkrasî û aştiya sûrî dê ji 15ê îlonê (Roja Demokrasiyê ya Cîhanî) dest pê bike û heya 21ê îlonê (Roja Aştiyê ya Cîhanî) bidome. Îsal dê li ser “Bi hev re ji bo pêkanîna aştî, dadmendî û demokrasiyê“ were tekezkirin.

Em weke Navenda Civaka Sivîl û Demokratîk, bang li hemû hêzên demokratîk û civaka sivîl a sûrî dikin da ku bi hev re ji bo avakirina demokrasî û aştiyê li Sûriyeyê bixebitin. Jixwe em li ser van tiştên li jêr tekez dikin:

  1. Em pişta vîna sûriyan digirin ji bo pêkanîna guhertina demokratîk, çeksazkirina saziyan, parastina çarçoveya sivîlî û dabînkirina maf û azadiyên hemû welatiyan. Em pabend in ku em sîstemeke demokratîk a pirreng a nenavendî ava bikin ku xwe bispêre karîgeriya aştî ya desthilatê, serweriya zagonê, cihêbûna desthilatan û eşkerekirina budceya wan û serxwebûna dozgeriyê, cudakirina olê ji dewletê, belavkirina dadmed a dahat û gencîneyan û avakirina sîstemeke bê zordarî, teror, gendelî û cudahiya nijadperestî.
  2. Em li ser pêwîstiya parastina sûriyan ji topbaran, rageşî, şer, tundrewî, guhertina demografîk û hemû kiryarên dijminane tekez dikin. Em tekez dikin ku em ê hemû bergiriyên pêkan bistînin da ku ewlehiya wan biparêzin û bi rêya veguhestina siyasî tundiyê bi dawî bikin; ew jî bi rêya pêkanîna biryara Encumena Ewlehiyê ya Navneteweyî ya hejmar 2254. Em doz dikin ku pêngava destûrî ya ji bo pêkanîna aştî û ewlehiya domdar û giştgir, dadmendiya veguhêzer û geşepêdana aborî were piştgirtin.
  3. Em girîngiyê didin doz û êşa girtiyên siyasî û kesên ku hatine binçavkirin, nexasim li dezgehên ewlekariyê û em wan dixin di serê lîsteya xebatên xwe de; çimkî ew wijdanê gelê sûrî dinimînin û nabe tu caran êş û azarên wan û xizmên wan werin paşguhkirin an jî jibîrkirin. Em  pesnê xebatên niştumanî û navneteweyî didin ku di çarçoveya desthilata xwe de hesab ji van sûcdaran dixwazin û em pişta karê saziya serbixwe ya têkildarî kesên windayî li Sûriyeyê digirin û em tekez dikin ku pêwîstî bi roleke navneteweyî ya berperehtir di vê biwarê de heye; nemaze di babetên girêdayî sûcên êşkence, topbaran, dorpêçkirin û bikaranîna çekên kîmawî de. Em li ser pêwîstiya pêkanîna dadmendiyê tekez dikin û gerek e bi rêya faktorên zagonî û mafî hemû berpirsên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê li Sûriyeyê werin darizandin
  4. Pêkanîna demokrasî û aştiyê li Sûriyeyê dê alîkariyê bike ku çareseriyeke ji bo doza koçberên sûrî (nexasim ên li welatên cîran) û doza penaberan bibîne û mafên wan li gor zagona navneteweyî biparêze û vegera wan a xwebexeş, biewleh û birûmet dabîn bike. Di vê demê de girîng e ku pişta birêveberiya koçberan were girtin û pêwîst e koçber beşdarî danîna çareseriyan ji bo pirsgirêkên xwe bibin. Pêwîst e pişta civakên xwecihî were girtin da ku pêdiviyên sereke werin diyarkirin û peydakirin; bi taybet di biwarê ewlehiya tîmarî, xizmetguzariyên giştî, geşepêdana domdar, damezirandina aştiyê û piştgiriya çînên lawaz, piştguhkirî û xwediyên pêdiviyên taybet.
  5. Em xebatê dikin da ku wekhevî di navbera tevahî welatiyan (jin û mêr, hemû etnî, mezheb û olan) de ji aliyê maf û erkan ve pêk were. Em berevaniyê di ber wê yekê de dikin ku jin û ciwanên sûrî xwedî biryar bin di cihên derxistina biryaran de; ew jî li gor her du biryarên Encumena Ewlekariyê (1325 û 2250) da ku desthilateke cihêreng û tekûz were peydakirin.

Em jî bangê li aliyên aktîv ên navneteweyî yên ku di biwarê demokrasî û aştiyê de dixebitin, dikin ku danpêdanê bi hefteya demokrasî û aştî ya sûrî bikin û pişta hêzên demokratîk û civaka sivîl a sûrî bigirin û bi wan re bixebitin da ku gavine berbiçav di aliyê pêkanîna aştî û dadmendiyê de biavêjin.

Ka em bi hev re (jin û mêr, civaka sivîl, hêzên demokratîk û birêveberiyên civakî yên xwecihî) kar bikin da ku demokrasî û aştiyê li Sûriyeyê damezirînin.

Nîşane û dirûşma “Hefteya Demokrasî û Aştiya Sûrî“ di her reklam û di dema romalkirina her çalakiyeke ku tu ji bo avakirina demokrasî û aştiyê li Sûriyeyê pê radibe, pêşan bide.

Copyright © 2020 CCSD.