16–12–2024
Ji destpêka şoreşa Sûrîyayê di 2011an de, jina sûrî bi roleke sereke di têkoşîna ji bo aştî û demokrasîyê de kirîye. Ew jî bi rêya beşdarîya jinê di xwepêşandanan de, pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî, piştgirîya mana civakên xwecihî, piştgirîya beşên perwerde û tenduristîyê û êrîşa li hember Daişê. Di van çardeh salên borî de jina sûrî rastî bobelatên ku nayên pênasekirin ji hêla rêjîma sûrî û alîyên din ên bibandor ve hat; her wekî dorpêçî, topbaran, girtin, jidestdana xizm û dostên xwe, çekên kîmawî, kêmnûnertî, ewarebûn, tundîya ku xwe dispêre cûreya civakî û hwd. Ne tenê wisa lê belê ew ji maf û azadîyên xwe bêpar ma. Bi nemana Esedê dîkdator re, pêwîst e zordarîya ku jina sûrî rastî dihat, bi dawî bibe. Navenda Civaka Sivîl û Demokratîk bi hezarên jinên sûrî re xebat kir û me karîbû em toreke nerm ji sazkerên aştîyê yên sûrî damezrînin. Me li pêdivîyên sûrîyan guhdar kir û di xwestek û hêvîyên wan de ponijîn. Em baş dizanin ku beşdarkirina jinan divê civaka sûrî ya cihêreng û pirreng binimîne. Em van qewîtîyan pêşkêşî hemû alîyên bibandor ên sûrî, herêmî û navdewletî dikin û wan han didin ku mafên jinê û beşdarîya wê di pêvajoya aştî û ewlekarîyê de li gor biryara Encumana Ewlekarîyê /2254/ , dabîn bikin û gerek e para wê ne kêmî %30 be.
- Parastin:
- Pêwîst e pişta xebatên alîyên bibandor di civaka sivîl de were girtin da ku bergirîyên avakirina bawerîyê werin dabînkirin. Ew bergirî cudahîyên di navbera her du zayendan de di ber çavan re digire da ku sedemên bingehîn û encamên nakokîyê werin çareserkirin. Bo nimûne rêkarên aştîyê werin standin da ku rageşîyên nijadî û olî werin çareserkirin, kesên girtî, revandî û bi darê zorê windayî werin serbestberdan, xizmetguzarîyên pêwîst ji bo kesên rizgarbûyî werin peydakirin û piştgirîya derûnî ji bo wan were pêşkêşkirin. Her wiha pêvajoyên qerebû û lêpirsînê werin kirin û piştgirîya vegera biewleh, xwebexş û birûmet a koçber û penaberên hundirîn were kirin
- Pêwîst e mekanîzmeyên parastina birêveberên jin ên sûrî ji hemû şêweyên binpêkirin û cudakirinê werin sazkirin; her wekî tundîya malbatî, tundîya ku xwe dispêre cûreya civakî, tundîya sîbranî ya ku teknelojî wê bi kar tîne… pêwîst e jin ji hemû cûreyên cudakirin û piştguhkirinê ji hêla dewlet an civak an jî alîyên çekdar ve were parastin. Di heman demê de gerek e jinên ku berevanîyê di ber mafên mirovan de dikin, jinên ku aştîyê ava dikin û jinên siyasetmedar ên ku rola wan di veguhestina siyasî de heye, werin parastin.
- Piştgirîya geşepêdanî û mirovî:
- Pêwîst e jinên sûrî zêdeyî nîvê wan kesan bin ku sûdê ji piştgirîya mirovî û geşepêdanî ya sûrî digirin, bin. Her wiha gerek e alîkarîyan wergirin. Pêwîst e jinên sûrî serpereştîya nirxandina pêdivî, pilansazî û bicihanîna bernameyan bikin û encaman jî binirxînin.
- Pêwîst e xebatên ku dixwazin alîkarîyên mirovî, geşepêdanî bi avakirina aştîyê ve girê bidin, bêtir guh bidin çandinî, av û perwerdeyê.
- Pêwîst e hin dahat ji bo piştgirîya karîna jina sûrî ya xweragirtinê di vê qonaxa veguhestinê de, werin terxandin; her wekî pêşkêşkirina piştgirîya zagonî, derûnî, civakî û darayî. Her wiha gerek e derfetên xwexurtkirina aborî ji bo jina sûrî werin dabînkirin.
- Dadmendîya veguhestinê:
- Pêwîst e jina sûrî beşdarî dîzaynkirina prosesa dadmendîya veguhestinê li Sûrîyayê bibe; her wekî komîteyên rastî û levhatinê, bibîranîn, çeksazîyên sazûmanî, venihêrîn, qerebûkirin, mekanîzmeyên peydakirina dadmendî û lêpirsînê di sûcên li dijî jinê de û prosesên dadwerî; her wekî dadgehên taybet bi darizaninên dozên girêdayî tundîya zayendî û tundîya ku xwe dispêre cûreya civakî.
- Pêwîst e tîmek were sazkirin ku têkildarî tundîya zayendî û tundîya xwe dispêre cûreya civakî di hemû mekanîzmeyên niştumanî û navdewletî de be; her wekî mekanîzmeya navdewletî ya bêalî û serbixwe û mekanîzmeya serbixwe ya windayan. Pêwîst e piştgirî ji bo jinên ku ji binpêkirinên mafên mirovan li Sûrîy hatine rizgarkirin, were pêşkêşkirin (di nav de malbatên girtîyan).
- Prosesa siyasî û destûrî:
- Pêwîst e piştgirîya hunerî û dahatên pêwîst ji bo jinên sûrî werin peydakirin da ku beşdarî prosesa siyasî ya giştî bibin (di nav de prosesa destûrî). Divê li gor rêgezên mafên mirovan ên navdewletî, jin beşdarî çeksazkirina beşa asayîş û ewlekarîyê bibin. Her wiha divê pişta jinên sûrî were girtin da ku weke hilbijêr û berpirsên hilbijartî, beşdarî hilbijartinên azad û pak ên di bin serpereştîya NY de bibin.
- Pêwîst e rola Encumena Şêwirmed a Jinê ya ku ji hêla NY ve bo Sûrîyayê hatiye şandin, were xurtkirin. Ew jî bi rêya damezirandina mekanîzmeyên pêwendî û lêvegera têrker bi her sê alîyan re; her wiha gerek e çarçoveyeke piştgir li dor were damezirandin û weke kenaleke ji bo bandorkirina li pêşketina prosesa siyasî were bikaranîn; di nav de prosesa destûrî û sazkirina xelekên lêvegera têrker.
- Prosesa veguhestê ya giştî:
- Para %30 a jinan: Pêwîst e bi kêmanî jin %30 ji kursîyên hemû qonaxên veguhertinê yên li Sûrîyayê, pêk bînin; di nav de danûstandin, hikûmeta veguhestî, diyaloga niştumanî û lîsteyên hemû hilbijartinan, hemû karên birêveberîyê û mekanîzmeyên niştumanî, herêmî û xwecihî.
- Pêwîst e desteyek were damezirandin ku beşdarîya jinê û wekhevîya di navbera her du zayendan de di hemû qonaxên prosesa siyasî û çarçoveya zagonî ya ku jiyana siyasî romal dike de, bişopîne. Her wiha pêwîst e li ser zagonên ku mafê sazkirina komele, hilbijartin, partîyên siyasî û rêveberîya xwecihî romal dikin, were tekezkirin.
- Pilansazîya kar a niştumanî ya jin, aştî û ewlehîyê:
- Prosesa şêwirmendîyê ya ku jinên sûrî wê bi rê ve dibin, gerek e bi dîzayînkirina pilana kar a niştumanî ya sûrî ya jin, aştî û ewlehîyê dest pê bike. Ev pilansazî divê xwe bispêre biryara Encumena Ewlekarîyê ya hejmar /1325/ û biryarên din ên têkildar. Pêwîst e ev pilansazî, bingehên sereke yên pilansazîyê bihewînin (beşdarbûn, parastin, biserxwevehatin).
- Pêwîst e piştgirîyeke mezintir ji bo ejindeyên jinan, rêxistinên jinê û siyasetan were berhevkirin da ku bêtir karibin beşdarî aştî, ewlehî, dadmendî û jinûveavakirnê bibin.
PDF